Aldar Xelîl: Em ji bo dîyaloga yekser ya bi hikûmeta Şamê re amade ne

Endamê Desteya Hevserokatîya Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, tekildarî çareserkirina alozîya Sûrîyê, dîyar kir ku Rêveberîya Xweser û PYD amade ne yekser bi Şamê re danûstandinan bikin.
Aldar Xelîl got, “Ji bo çareseriyê, divê em li ser projeyek demokratîk ku dikeve xizmeta tevahî Sûriyê, li hev bikin.

Têkildarî çareserkirina alozîya Sûrîyê, Endamê Hevserokatîya Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ji televîyona Rojava re axivî.

Aldar Xelîl bal kişande ser girîngîya dîyaloga bi Şamê re û wiha got:

“Li Sûriyê hîn herem di bin serwerîya hikûmetê de ne û li qada navnetewî jî nûnertiya Sûriyê dikin. Ji bo ku em bigîhijîn çareserîyê, divê lihevkirinek bi hikûmeta Şamê re pêk were.”

Xelîl destnîşan kir ku Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û PYD amade ne ku bi yekser bi hikûmeta Şamê re dest bi dîyalogê bikin.

Xelîl destnîşan kir ku Rêveberîya Xweser ji bo tevahî Sûrîyê projeyeke demokrasîyê ya girînge.

Aldar Xelîl behsa formeke din ya çareserîyê kir û wiha dewam kir:

”Em li ser formeke din difikirin. Divê çareserî bi rejîmê re be lê ne li cenevrê, li Şamê be. Pirsgirêkek tuneye ku em wekî welatîyên Sûrîyê li hev bicivin û çareserîyan pêşkeş bikin û bigîhijin formeke çareserîyê ji bo tevahî dozên Sûrîyê.”

Xelîl di dawî de da zanîn ku, êdî hikûmeta Şamê jî dizane ku alozî û şerê heyî ji ber tunebûna pergaleke demokratîke û got:

”Ji bo em bigîhijin çareserîyê, divê em li ser projeyek demorkatîk ku dikeve xizmeta tevahî Sûrîyê li hev bikin.”

Back to top button