LI DÊRA ZORÊ ŞANEYEKE VEŞARTÎ YA DAIŞ’Ê GIRT

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê di milê leşkerî de li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, êdî çeteyên xwe yên veşartî xistin dewrê. Hêzên QSD’ê jî ragihandibû ku wan li dijî şaneyên razayî dest bi operasyoneke berferh kirine. QSD’ê di vê çarçoveyê de li gundewarên Dêrazorê şaneyeke vaşartî ya DAIŞ’ê girt

Li gorî agahiyên çavkaniyekî QSD’ê; Şervanan 25’ê Nîsanê li herêma Cirdî ya gundewarên Dêrazorê çalakiyeke bi bandor li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn.

Di çalakiya ku piştî komkirina agahiyan û şopandinê pêk hatî de 6 çeteyên berpirsyarên plankirina pêkanîna teqînan hatin girtin.

Heman çavkaniyî diyar kir ku çalakî bi serkeftî bi encam bû.

Her weha ti windahiyên sivîl û şervanan çênebûn û miqdarek çek û madeyên teqemeniyê yên şaneyê ketin destê şervanan.

Leave a Reply

Back to top button