Hûsiyan herêma Marib ya Yemenê dan ber topan 39 kes mirin

Li herêma Marib ya Yemenê careke din şer gur bûye.
Hêzên Hûsiyan bi dijwarî herêm dan ber topan.
Di encama êrişa li başûrê herêmê de, zarok û jin dinav de 39 kes mirin û bi dehan jî birînda bûn.

Hikumeta Yemenê ragihand Hûsiyan bi moşekên balistîk êrişî gundê El-Amûd ê Coba yê başûrê Maribê kir.

Li gorî daneyên despêkê hat hate gotin, 29 kesa mirine.

Bi derbasbûna demê re, agahiyên nû yên li ser rewşa li herêmê hatin parvekirin û hate gotin;

Jin û zarok di nav de, 39 kes mirine û bi dehan jî birîndar bûn.

Wezîrê ragihandinê yê Yemenê Mûemer El-Iryanî li ser rûpela xwe ya Twitter diyar kir ku moşek li mizgeft û DarEl-Hedîs ên herêmê El-Amûd a tijî şênî û koçber ketin.

28’ê Cotmehê jî hûsiyan êrişî mala şêxê qebîleyekê kir ku alîgirê hikumetê ye .

Di encamê de 13 kes hatin kuştin.

Hûsiyan ji bo ku bajarê Mearibê kontrol bikin, di meha Sibatê de êrişeke berfireh dabûn destpêkirin.

Koalisyona Erebî ya ku bi pêşengtiya Erebistana Siûdî ji sala 2015’yan û vir ve li dijî hêzên Hûsî piştgiriyê didin hikumeta Yemenê.

Back to top button