Berxwedana Kobanê bû dengvedaneke dîrokî

Berxwedana Kobanê bû deng-vedaneke dîrokî û hêza serkeftinê ji tevahî gelan re. Şerê Kobanê di encama têkoşîna şervanên YPJ’ê, YPG’ê û gel de veguherî berxwedaneke Kurdistanî û cîhanî. Piştre di tevahî qadên navneteweyî de bû modela serkeftin û hîmê bingehîn yê tunekirina DAIŞ’ê.

Destan, lehengî, berxwedan û hêz li vî bajarî hate bi navkirin.

Her ku mirov gaveke li wî bajarî davêje, çîroka têkoşînê dibîne.

Bajarê Kobanê…

Tevahî cîhan digotin, ha Kobanê ket û ha wê bikeve, lê gelê Kobanê dengê berxwedanê li hemû cîhanê da bihîstin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca wêrankirin û dagirkirina Kobanê di Çileyê 2014’an de êrîşî bajarokê Sirînê û gundewarên wê kirin.

15’ê Îlonê çeteyan bi hemû hêza xwe ya leşkerî dest bi êrîşên li ser Kobanê kirin.

Li hember vê şervanên YPJ’ê û YPG’ê bi vîna xwe şerê hebûn û azadiyê meşandin.

Di vê rojê de Kobanê mohra xwe li sedsala 21’an xist

Asta berxwedana ku şervanan nîşan dida bandoreke mezin li raya giştî kir.

Keç û xortên bajarê Kobanê li hember hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê bi vînek mezin li ber xwe dan û têkoşiyan.

Destana Kobanê wîjdanê bi hezaran welatên Ewropa û Rojhilata Navîn hişyar kir.

Lewra 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanî hat ragihandin.

Piştgirî û baweriya Kurdistaniyan û cîhanê ya bi şervanên YPJ’ê û YPG’ê vediguhere israra serkeftinê.

27’ê Çileya 2015’an de bi berdelên giran şervanên YPJ û YPG’ê mizgîniya serkeftina şervanan a li dijî DAIŞ’ê û rizgarkirina Kobanê ragihandin.

Şervanên YPJ’ê nasnameya jina Kurd nûjen kirin

Şerê Kobanê bi fermandar û pêşengên jin navdar e.

Çalakiya fedayî Arîn Mîrkan ku 5’ê Cotmehê li Miştenûrê pêk anî, cîhan hejand.

Li ser şopa Arîn, gelek jin mîn Rêvan, Rûken Sîpan, Zehra Penaber û hwd canê xwe feda kirin.

Li rex van, 486 şervanan di rizgarkirina kela berxwedanê Kobanê de şehîd ketin.

Piştî şikandina çeteyên DAIŞ’ê di Kobanê de, şervanên YPJ û YPG’ê biryara têkbirina çeteyan û rizgarkirina gel didin.

Li ser vê bingehê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji zarokên herêmê ava bû û dest bi pêngavên rizgarkirina bajarên di bin destê DAIŞ’ê de kirin.

Bi vî rengî jî berxwedana Kobanê bû çavkaniya xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê.

Dewleta Tirk xwe li ber têkçûna DAIŞ’ê negirt, ji bo tolê hilîne, bi gef û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Çawa ku hemû hêzên cîhanê li hember tarîtiya DAIŞ’ê bûne yek û mirovahî ji vê tarîtiyê xilas kirin îro jî ji bo rûmeta mirovahiya azad bi heman rihê xwedî Kobanê û şoreşa Rojava derbikevin.

Back to top button