Ji bo piştgiriya Zanîngehên Rojava li Parîsê navendek vebû

Komeke akademîsyen û profesorên Kurd û Fransî, bi armanca piştgiriya zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xurtkirina têkiliyên zanîngehan bi zanîngehên welatên din re, navendek li Parîsê vekir.
Têkildarî mijarê Akademîsyênan diyar kirin ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve heya roja îro, akademîsyen û zanistên dunyayê pêşketinên li Rojava bi kelecanî dişopînin.

Ji aliyê komeke akademîsyenên Kurd û Fransî ve hat ragihandin ku li paytexta Fransa Parîsê, bi armanca alîkarî dayîna zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina wan, Navenda Piştgirî û Hevkariyê hat vekirin.

Têkildarê mijarê Akademîsyenên Kurd û Fransî daxuyaniyek da.

Akademîsyenan diyar kirin ku ji destpêka Şoresa Rojava ve heya roja îro, akademîsyen û zanistên dunyayê pêşketinên li Rojava û li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kelecanî dişopînin.

Akademîsyenan destnîşan kir ku gelê herêmê gelek saziyên akademîk û zanîngehên wek, Zanîngeha Efrînê (niha di bin dagirkerîya Tirkîyê de ye), Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û herî dawî jî Zanîngeha El-Şerq ya li Reqqayê di nava alozî û şerekî giran yên li Sûriyê de avakirin.

Akademîsyenan da zanîn ku armanca sereke ya vê navendê alîkarî dayîna zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina wan e.

Her wiha ji bo avakirina têkiliyan ya di navbera zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zanîngehên derve de, wê ev navend bi roleke navbeynkarî rabe.

Back to top button