Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê, di serî de jin, 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz kir û ev bang kir: Herî Zêde dayik azadiya kedê heq dikin. Lewma bila jin û kedkar bi biryardarî dakevin qadan.
Bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Koordînsyonê di serî de jin, cejn li hemû karker û kedkaran pîroz kir û hemû şehîdên rêya bi rûmet bi bîr anî.
Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de weha got;
Li cîhanê keda dayikan jiyan ava kiriye.
Lê jin di pergala kapîtalîst de di bin çanda tecawizê de tên ragirtin.
Ne bi tenê jiyana ku wê ava kiriye, beden û giyanê wê jî di bin vê pergala xespê de ye.
Ji ber vê jî têkoşîna jinan a wekhevî, azadî û edaletê ji her demê bêhtir nêzikî ‘hemû jinên cîhanê bibin yek ‘ e .
Em îsal bi têkoşîna jinan, azadî û demokrasiyê re dikevin 1’ê Gulanê.
Li Tirkiyê ya ku keleha pergala kapîtalîst e, jin li hemberî hemû êrîşên AKP û MHP’ê bi pêngava dîrokî ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ li ser biryara jiyana azad ya bi Rêber Apo re ye.
dimenê êrîşa li ser dayîkan bidin
Erdogan û Bahçelî yên ku dixwazin Kurdan qir bikin, êrîşî dayik û zarokan dikin û rûyên xwe yên diz û tecawizê derdixînin holê.
Di 1’ê Gulanê de li hemû cîhanê, Kurdistan û Tirkiyê bi milyonan jin wê berê xwe bidin qadan.
Em bang li hemû jin û kedkaran dikin ku bi biryardariya ‘Mafê dayikê mafê welatê azad û demokratîk e’ bila di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.
Herî zêde ew azadiya kedê heq dikin.
Dayik û jinên Kurd li ser xeta welatparêziya fedaî ya Leyla Guven, xwedî li keda xwe derketin, û ji niha û şûnde jî heta ku bigihêjin encamê, wê têkoşîna xwe bidomînin.