Li Başûr çalakiyên mamoste û xwendekaran didome

Çalakiyên xwendevan û mamosteyan li başûrê Kurdistanê dewam dike…Careke din xwedevanên Dibistana Amadeyî li dijî encamên zanîngehê, daketin kolanan û xwestin Wezareta Xwendinê pirsgirêka wan çareser bike…Li aliyê din, mamoste û karmendên bi peyman jî li navçeya Kelar û bajarokê Qeladizê kombûn û daxwaz ji hikûmetê kirin ku bi fermî werin tayînkirin.

Bi rojane li Başûrê Kurdistanê xwedevanên Dibistana Amadeyî qedandin e li dijî encamên zanîngehê û negirtina zanîngeh û peymangehan li qadanin.

Îro carek din xwendevan li Hewlêrê li ber avahiya Wezareta Xwendina Bilind kombûn û daxwazên xwe anîn ziman.

Li navaçeya Koye ya ser bi Hewlêrê ve jî çalakiya xwendevanan di roja şeşem de berdewam e.

Xwendevanan diyar kirin ku heya aliyên peywendîdar bersivek guncaw nedin û di pratîkê de pêkneyînin, ew ê çalakiyên wan bidomin.

Mamosteyên bi peyman li Qeladizê çalakiya xwe ji bo tayînkirina fermî didomînin

Her wiha ev zêdetirî sê heftene li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê mamostayên bi peyman bi daxwaza tayînkirinê li qadanin.

Îro jî mamoste li bajaroka Qeladiz a ser bi îdareya Raperîn li ber avahiya rêveberiya perwerdê kombûn û daxwaza tayînkirina fermî ji aliyên peywendîdar kirin.

Mamostayan da zanîn ku haya ew bi fermî neyên tayînkirin, wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Li Qeladizê û Kalarê karmendên bi peyman dixwazin bi fermî werin tayînkirin

Her wiha li navçeya Kelarê karmendên bi peyman li ber avahiya îdareya navçeyê kombûn û daxuyaniyek dan.

Derbarê armanca çalakiyê de karmendê bi navê Şaho Ebdullah axivî û got:

“Me daxwazên xwe gihandine desteya wezîran û li benda biryarê ne ku em bi awayek fermî werîn tayînkirin.

Ti mafekî me yê karmendayetiyê nîne, ji bo wê em dest ji mafên xwe bernadin heta ku neyên tayînkirin.”

Karmenda bi peyman a bi navê Bêrîvan Celal jî diyar kir ku ew nêzî heşt sal in bi peyman di xebite, lê ti mafek wan nayê dayîn.

Bêrîvan got:

“Êdî bese em westiyan, em daxwaz dikin maf û daxwazên me werin bi cih anîn.”

Bi heman armancê karmendên bi peyman yên bajaroka Qeladizê jî li Parka Şar kombûn û daxwaza tayînkirinê ji hikûmetê kirin.

Karmendên bi peyman dan xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê 24 hezar karmendên bi peyman dixebitin hene.

Gelek caran wan bi çalakiyan daxwaz kirine bi awayek fermî werin tayînkirin, lê heta niha ev daxwazên wan nehatiye bi cihanîn.

Back to top button