Roja Kobanê li Silêmaniyê hat pîrozkirin

Şêniyên li Raniya û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê jî roja Kobanê ya Cîhanî bi çalakiyan pîroz kirin.

Bi boneya 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya Cîhanî li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin.

Nunerên gelek partî û aliyên siyasî, kesayet û pêkhateyên ji herêmê tevli çalakiyê bûn.

Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûrî li wir daxuyaniyek da û Roja Kobanê weke sembola berxwedana Kurdan bi nav kir.

Xelkên Raniya roja Kobanê pîroz kir

Li navçeya Ranyayê ya Başûr jî bi heman armancê çalakiyek bi pênşengiya PYD’ê û Kongra Star hat lidarxistin.

Li wir daxuyaniyê hat dayîn û hat diyar kirin ku Kobanê bi saya berxwedana şervanên YPJ’ê û YPG’ê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Piştî daxuyaniyê girseya gel govend gerand.

Back to top button