Şandeyek Fransa serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir

Şandeyeke ji Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Şande ji aliyê Hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Omer û cîgirên wî Ebîr Îlya û Fener Giêt ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de Ebdulkerîm Omer geşdanên siyasî li Sûrî, rewşa herêmê û mijarên girêdayî têkoşîna li dijî terorê nirxandin.

Her wiha behsa gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên din, rewşa aborî li herêm û bandorên girtina deriyê sînor ê Til Koçerê kir.

Omer balkişand ser dosya çeteyên DAIŞ’ê û girtina her welatekî ji bo hemwelatiyên xwe çareseriya pirsgirêkê dît.

Back to top button