James Jeffrey: Biden destûr neda Erdogan ku êrişî Bakurê Sûriyê bike

James Jeffrey; Nûnerê DYA’yê yê berê ji bo Sûriyê dibêje “serokê Amerîkayê Joe Biden destûr nedaye Erdogan ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike” û piştrast kir Washington dev ji hevkariya bi QSD’ê re bernade. 

James Jeffrey bi rêya televiziyona Alhurra ragihand “Serokê Amerîkayê Joe Biden destûr neda Tirkiyê ku operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê pêk bîne.”

Jeffrey da zanîn jî ku di pratîkê de, hevkariya di navbera hêzên Amerîkî û QSD`ê de berdewam dike.

James Jeffrey diyar kir anî ziman “Her çendî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide DYA’yê û Rûsya li ser êrişên nû yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê qayil bike jî, lê diyar e ev hewldanên wî bi bin ketin.”

Erdogan berî çend rojan û di çarçoveya civîna G20 de bi serokê Amerîkî Joe Biden re civiyabû û tevahiya raporan diyar kiribû ku li hev nekirine.

Back to top button