EBÛ BEKIR EL-BEXDADÎ BINKETINA XWE BI DESTÊ QSD’Ê RADIGIHÎNE

Ebû Bekir El-Bexdadî serçeteyê DAIŞ’ê ji sala 2014’an cara yekemîne deng û dîmenê xwe belav dike, Ebû Bekir bi bê moralî binketina çeteyên DAIŞ’ê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk radigihîne.

Di dîmenê ku hatî weşandin de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî bi rihyekî spî û kefiyek reş li derdora serê xwe girêdayî û bi komeke çeteyên xwe re rûniştiye.

El-Bexdadî qebûl dike ku ew li Baxozê şkestin û dibêje: “Şerê Baxozê qediya.”

Hêjaya bi bêrxistinê ye ku dîmenê dawî yê El-Bexdadî di sala 2014’an de bû, dema ku li mizgefta Nûrî ya li Mûsilê xîtaba ragihandina “Xîlafet” dide.

Heta niha cihê Ebû Bekir El-Bexdadî ne diyar e, hin rapor dibêjin ku li herêmên
Bakurê Sûrî yên di bin dagikeriya dewleta tirk de dimîne.

Leave a Reply

Back to top button