KOMAW’ê name ji PDK re şand: Cenazeyan bidin malbatên wan

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) jî, nameyek ji PDK’ê re şand û jê xwest cenazeyên gerîla bide malbatên wan.

Meheke dayîk û malbatên şehîdan ji bo ku cenazeyên zarokên xwe yên ku PDK’ê ew şehîd xistine çalakî dane destpêkirin.

Ev çalakî heya roja îro rastî piştgirîyeke mezin tê û pêşengtîya vê çalakîyê jî Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) dike.

Komaw ê nameyek ji PDK’ê re şand û got, cenazeyên zarokên me teslîm bikin.

Naveroka Nameya KOMAW ê ya ji bo Rêveberîya Başûrê Kurdistanê wiha ye:

”Di 28 û 29 Tebaxê de we li Xelîfanê li pêşîya komek gerîlla kemîn danî û di encamê de 5 gerîlla şehîd bûn û aqubeta yeki jî ne xuyaye.

Berê jî 3 gerîlla hatibûn nêzî wê heremê û di derbarê wan 3 gerîllayan de jî tu agahî tuneye.

Li hemberî vê helwesta we ya neyînî, dayîkên aşitîyê ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe li ber derîyê Sêmalka di çalakîyê de ne.

Banga me ji bo serokên PDK’ê û Rêveberîya Başûr ev e. Bersivek rast bidin dayîkên aşitiyê, gelê Kurd û ewqas rêxistinan. Cenazeyên şehîdên me telîmî me bikin.”

Back to top button