Efrîn..Çeteyan ji gundê Memila yê navçeya Raco 10 sivîl revandin

Hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dike.
Dagirkeran ji gundê Memila ya Efrînê 10 sivîl revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’ê ku çeteyan ji gundê Memila 10 sivîlên din revandine.

Ji yên ku hatin ravandin navê 7 kesan hate eşkerekirin.

Navên wan wiha ne;

Ehmed Îbrahîm, Xelîl Osman, Selha Osman, Necîb Kurdî, Mihemed Hûseyîn Beko, Sibhî Omer û Şikrî Omer.

Navên 3 kesên din ên hatine revandin jî nehatin zanîn.

Back to top button