COP26: Bêtirî 100 lîderan sozdan ku heta 2030’an tinebûna daristanan rawestînin

Di nava sala 2021’an de yek ji kabûsên herî mezin yên bi ser cîhanê de hatî, şewata daristanan bû.ç
Di Konferansa Guhertina Avhewayê ya NY de, bêtirî 100 lîderan ji bo rawestandina tinebûna daristanan gaveke girîng avêtin.

Di çarçoveya têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de, zêdetirî 100 serokan soz dane ku heta sala 2030’î windahiya daristanan rawestînin.
Ji bo vê yekê jî 12 milyar dolar fînansekirina giştî û 7,2 mîlyar dolar fînansekirina sektora taybet bidin.

Di Konferansa 26. a Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya (COP26) Neteweyên Yekbûyî (NY) de, bêtirî 100 lîderan “Daxuyaniya Lîderan a Daristan û Bikaranîna Erdê” îmze kirin.

Li gorî daxuyaniyê, lîderan soz dan ku heta sala 2030’an windakirina daristanan û xerabûna erd rawestînin û berevajî wê baş bikin.

Lîderan her wiha soz dan ku ji bo vê armancê 12 mîlyar dolar ji bo giştî û 7,2 milyar dolar jî ji bo fînansekirina sektora taybet bidin.

Ji bo parastin û lezkirina vegerandina daristan û ekosîstemên din ên bejayî, bicihanîna polîtîkîyên bazirganiya neteweyî yên ku pêşkeftina domdar pêş dixe û bi pêşxistina jiyana gundan re berxwedêriyê zêde dike jî di daxuyaniyê de cihê xwe girt.

Rêberê Pratîkên Daristanên Cîhanî a Wexfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) France Price, diyar kir ku ji bo rawestandina tinebûna daristanan pêdivî ye ku bi lezgînî sozên hatine dayîn werin bicîhanîn û wiha got:

“Daristan karûbarên ekosîstemê yên ku ji bo başbûna mirov, aborî û civakî xwedî bandoreke xeternake.

Lê şewata li daristanan bi meznahiyeke metirsîdar dewam dike.”

Price destnîşan kir ku divê hikûmet bi zêdekirina beşdarbûn, berpirsiyarî û zelaliya xebatên xwe yên ji bo baştirkirina rêvebirina erd û daristanan rabin.

Price got,

“Em ji hukûmetan daxwaz dikin ku sozên daristan û karanîna axê yên ku îro hatine ragihandin bi armancên azwerî, demkî û çarçoveyek zelal a hevpar temam bikin.

Ji bo bidestxistina encamên ku wê siberojek erênî ji xwezayê re misoger bike, pratîk girîng e.”

Back to top button