3000 koçberên ji Amarîkaya Navin li ser rêya DYA ne

Tevî hemû zorî û zehmetiyan, dimeşin.
Bi rojanin li ser rêyanin û berê wan li DYA ye.
Bi hezaran koçberên Amerîkaya Navîn, tevî nexweşî û westandinek zêde jî berê wan li DYA ye.

Karwaneke nêzî 3 hezar koçberên li başûrê Meksîka ketine ser rêya DYA.

Piştî rawestandinek kin û nexweşiyan rêya xwe domandin.

Gelek zarokên koçber yên di rê de nexweş ketin, ji aliyê dê û bavên xwe ve hatin hilgirtin.

Hin rêwiyan di nav germahiya zêde û şert û mercên xeternak de paşde vegeriyan.

Koma Amerîkîyên Navendî gelek pirsgirêkên tenduristî û birîndarên ji meşê ragihandine.

Koçberan heta niha ti piştgirî ji hikûmetên xwecihî li bajarên ku tê re derbas dibin wernegirtine.

Koçber, beriya hefteyekê ji şaredariya Tapachula derketin.

Ji ber pêvajoya serlêdanên penaberiyê dereng tê maşandin, armanc dikin ku xwe bigihînin Meksîko City da ku rewşê protesto bikin.

Di nav endamên karwanê de ku piranî ji welatên Amerîkaya Navîn û Haîtîyê ne, zarok, kal, pîr, jinên ducanî, astengdar û endamên civata LGBT + jî hene ku li welatên xwe rastî gefan hatine hene.

Back to top button