Bolsonaro xwest nasnameya Îtalya bigre, xwepêşandêr daketin qadan

Krîza Serokdewletê rastgir ê Brezîlyayê Jair Bolsonaro derbasî Îtalya jî bû.
Bolsonaro serdana bajarê Îtalyay yê bapîrê xwe lê ji dayîk bûyî kir.
Ev serdan rastî protesto û çalakiyan hat.

Serokdewletê rastgir ê Brezîlyayê Jair Bolsonaro ji bo wergirtina hemwelatiya rûmetê çû bajarê Îtalya ku bapîrê wî lê ji dayik bûye.

Dema ku rastgirên tund ên li bajêr bi coş ew pêşwazî kirin, komek li dijî wî bi slogana “Hemwelatîbûna dîktator tune” çalakiyek protestoyî lidar xistin.

Li gor nûçeya rojnameya The Guardianê Bolsonaroyê ku beşdarî Lûtkeya G20’ê ya li Romaya paytextê Îtalyayê bû, piştre çû herêma Veneto ya bajarê Anguillara Veneta.

Bolsonaro li bajarê ku bapîrê wî lê ji dayik bûye hemwelatiya rûmetê wergirt.

Di protestoyên ku hefteyek beriya ku Bolsonaro bikeve bajêr dest pê kir de, li ser dîwaran “Bolsonaro derkev” hate nivîsandin.

Bolsonaro ji ber şêwazê xwe yê rêvebirina di pêvajoya Covid-19’an de li welat rastî rexneyên tund tê.

Ji ber Bolsonaro pêvajoya bi ciddî negirt û li dijî derzîlêdanê ye, Senato dixwaze ku ew ji mirina 600 hezar kesên bi Covid-19 berpirsiyar were girtin.

Back to top button