Nîjerya..Di hilweşîna avahiya li bajarê Lagosê de herî kêm 5 kes mirin

Li bajarê Lagos yê Nîjerya avahiyeke 20 qat hilweşiya û bi erdêre bû yek.
Di encamê de herî kêm 5 kes mirine û xebatên rizgarkirina kesên bin kavila mane jî didome.
Ya metirsîdar ew ku di dema hilweşîna avahiyê de çend kes hebû nayê zanîn.

Doh avahiyek 20 qat li taxa Îkoyi ya bajarê Lagosê hilweşiya.

Nayê zanîn bê ka di dema hilweşîna avahiyê de çend kes hebûn.

Ji ber vê yekê xebatên ku doh despêkirî heta îro saetên sibehê ji domand.

Saziya Rewşa Lezgîn a Herêma Lagosê, di daxuyaniya li ser rûpela xwe ya Facebookê de ragihand ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê derbarê birîndaran de ti daxuyanî nedan.

Serokê Baroya Nîjeryayê Olu Apata ku li derûdorê dijî, diyar kir ku avahiya hilweşiyayî hîna di rewşa despêka çêrikinê de bû.

Dema ku doh xwediyên projeyê bi kesên dixwestin ji apartmanekê daîreyek bikirin re hevdîtin pêk dianî avahî hilweşiya.

Di xebatên rizgarkirinê de heta niha 3 kes hatine rizgarkirin.

Têkildarî sedema hilweşîna avahiyê jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Back to top button