HPG: Li Heftanînê operasyona şoreşgerî pêk hat

Gerîllayên HPG û YJA-STAR’ê li Haftenînê ji 2 baskan ve bi ser navendên hêzên artêşa Tirk de girtin û di encamê de 3 çeperên dagirkeran tevî dagirkerên tê de hatin rûxandin.
Li herêma Avaşînê jî di encama berxwedana gerîlla de, artêşa Tirk ya dagirker Girê Qertel jî di navê de ji gelek qadan vekişiya.
HPG’ê diyar kir li Xakurkê jî 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de agahiyên berfereh têkildarî rewşa û berxwedanê parve kir.

Li gorî vê;

30’ê Cotmehê hêzên gerîlla li qada Keşanê ya Heftanînê, ji 2 baskan ve bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.

Di çalakiya baskê yekemîn de 3 çeper tevî eskerên tê de hatin tinekirin.

Ya duyemîn jî gerîlla bi bandor li dagirkeran dan û di encamê de leşkerên Tirk neçar man ji çeperên xwe birevin.

Her wiha çepereke hawan ê 60 milîm, çepera BKC û navendeke çavdêriyê bi temamî hatin tinekirin.

Wekî din di çalakiya baskê yekemîn de gerîllla çûn ser cenazeyên 2 leşkeran û dest danî ser çeka bombeavêj e.

Ya duyemî jî gerîlla çûn ser cezayê 4 leşkeran û dest danîn ser 3 çekan.

Dema vekişînê, gerîllayek birîndar dibe û paşê bi saxlemî dighêje yekîneya xwe.

HPG: Li Xakurkê 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê jî ev gahaî dan:

30’ê Cotmehê li derdora gundê Dayîlan ê navbera Girê Lêlîkan û Girê Kevortê yên Xakurkê, hêzên me xwe berdan nava dagirkeran.

Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê dagirkeran tevî hêzên PDK’ê li derdorê dest bi operasyoneke hevpar kirin.

Ev operasyon piştî rojekê bêencam bi dawî bû.

31’ê Cotmehê jî li dijî dagirkerên li derdora Girê Koordîne, gerîllayên YJA Starê ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî li dar xistin.

Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, kûleya çavdêriyê jî hate îmhakirin.

HPG: Artêşa dagirker ji Girê Qertel û gelek deverên Avaşînê vekişiya

Derbarê şerê ku li herêma Avaşînê destpêkirî jî HPG’ê ev agahî parve kirin:

Li qada Stûnê, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de li derdora gundê Kiyê şerekî giran qewimî.

Gerîlla Mihamed Hiso binasnav Rûmet Cîlo ku li Efrînê ji dayîk bûye, di şer de bi birîndarî kete destê dagirkeran.

Ji ber ku daxwaza dagirkeriya a teslîmikyetê qebûl nekir, hevr Rûmet bi êşkenceyê hate şehîdkirin.

Roja 21’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Girê Kartal, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Elî û Girê Şehîd Dîren a Avaşînê operasyon destpê kiribû.

Ev tevgera dagirkeriyê 29’ê Cotmehê de vekişiya.

1’ê Mijdarê li herêma Avaşînê, qada Tabûra Ereba hate bombebarankirin.

Heman rojê qadên Kunîşka, Karker, Girê Rûbar û Tîpa T a Zapê jî bûn hedefa êrişa balefir helîkopterên şer.

2’ê Mijdarê danê sibê jî qadên Şikefta Birîndara û Çiyayê Reş bi helîkopterên êrişê û balefirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button