Ji ber pirtûkek derbarê Rojava wergerand 11 sal ceza danê

Rejîma Îranê, 11 sal ceza li nivîskarê Kurd Areş Gencî birî, ji ber pirtûkek derbarê Rojava de werger kiribû.
Li aliyê din hêzên Îranê, li ser sinorê Ûrmiyê û gundê Doletû yê girêdayî Serdeştê kesekî Kurd qetil kir û yek jî birîndar kirin.

Sekreterê Sendîkaya Nivîskarên Îranê Areş Gencî ji ber wergera pirtûka ya ku derbarê bûyerên girîng ên navçeyê û Rojava vedibêje 11 sal cezayê girtîgehê ji aliyê rejîma Îranê ve lê hate birîn.

Sendîkaya Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Areş Gencî bi tawanê “li dijî komara Îslamî ya Îranê propaganda kiriye” û “Endamtiya partiyeke muxalif” hatiye sûcdar kirin.

Hêzên Îranê li Ûrmiyê û Serdeştê şivanêk kuşt û yek jî birîndar kir

Li aliyê din li gorî çavkaniyên xwecihî, li nêzî gundê Doletû yê girêdayî Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê, dema şivanê bi navê Azad pezê xwe diçêrîne, hêzên rejîma Îranê gule lê direşînin.

Di encama gulebaranê de şivan bi giranî ji lingê xwe ve birîndar bû.

Şêniyên gund ji bo destwerdanê çûn qada bûyerê û ji bo dermankirinê şivan rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha li ser sînorê bajarê Ûrmiyê jî şivanê bi navê Weysî Badînî ku xelkê Ûrmiyê ye dibe armanca guleyên hêzên Îranê.

Şivanê navborî ji ber gulebaranê bi giranî birîndar dibe û ji ber xwînrêjiya zêde û rêgiriya hêzên Îranê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide.

Back to top button