Dadgeha Tirk bi hêceta ku “heqaret li Erdogan kiriye” doz li jina 96 salî vekir

Dadgeha dewleta Tirk a dagirker bi hinceta “heqaret li Serokkomar” kiriye ceza li jina 96 salî birîn.

Li navçeya Siwêregê ya Rihayê bi hinceta ku “heqaret” li Serokkomar kiriye, doz li jina 96 salî Aliye Yabansû ku di konteynerekê de dimîne hat vekirin.

Tevî ku rapora wê ya “nikare ceza bigire” heye jî derbarê Aliye Yabansû ya 96 salî de doz hat vekirin.

Aliye, di 9’ê çileya 2019’an de bêyî ku destûra wê bê girtin dîmenekê wê tê kişandin û bêyî destûra wê li ser medya dijîtal tê parvekirin.

Li ser vê yekê kesê bi navê M.Î. serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dide û giliya Aliye dike.

Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê, derbarê Aliye de doznameya amade dike û li dijî wê doz vedike.

Back to top button