KNK’Ê BI PEYAMEKÊ 1’Ê GULANÊ LI HEMÛ KEDKARÊN JIHANÊ PÎROZ KIR

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran peyamek weşand.

KNK’ê di peyama xwe de wiha got:

Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi xwuhdana eniya xwe, bi keda xwe ya helal, 1’ê Gulanê kirine cejna xwe.

Em vê Cejna 1’ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz dikin.

Her wiha 1’ê Gulanê di heman demê de cejna Xelkê Kurd û hemû Kurdistanê ye.

Rejimên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine.

Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekiriye û têkoşîn û berxwedana xwe domandin e.

Xelkê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Kurd û Kurdistanî di 1’ê Gulana îsal de jî bi wî ruhê têkoşêr û berxwedêr yê salan divê vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin.

Leave a Reply

Back to top button