Welatiyên Qendîlê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiyan

Welatiyên Qendîlê jî li ber bikaranîna çekên kîmyawî rabûn û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku pêşî li van kiryarên dewleta Tirk yên hovane bigrin.

Îro welatiyên Binarê Qendîlê bi çalakiyekê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.

Derbarê mijarê de Berêz Xidir axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li hember hêz, vîn û berxwedana gerîla şikestiye.

Berêz Xidir da zanîn ku dewleta Tirk ji bo şikestina xwe veşêre serî li bikaranîna çekên kîmyawî daye.

Berêz di dawiyê de got:

“Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê cîhanê berovajiya hemû zagonên navneteweyî û şer çekên qedexekirî û kîmyawî bi kar tîne û ew jî li hember vê yekê bêdeng in.”

Her wiha di çalakiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erka xwe yên exlaqî û zagonî pêk bînin û xwedî helwest bin.

Back to top button