Morrison: Ez rê nadim ku kes heqaret li welatê min bike

Di navbera Awistralya û Fransa de, aloziya keştiyên binav kur dibe.
Piştî gotinên Serokomarê Fransa Emmanuel Macron yên derbarê Serokwezîrê Awistralya Scott Morrison, alozî derbasî qonaxek nû bûye.
Morrîson got;
Ew rênade ku kes bêrêzî û heqaret li welatê wî bike.

Li Romayê, Awistralya û Fransa careke din ji ber krîza keştiyên binav hatin pêşberî hev.

Serokwezîrê Awistralya Scott Morrison piştî gotinên Serokomarê Fransa Emmanuel Macron yên derbarê wî de bertek nîşan da.

Morrison diyar kir ku Awistralya di pêvajoya sererastkirina têkiliyên xwe yên bi Fransayê re ye û wiha got:

“Di van rojên dawî de em gelek caran axivîn.

Ez bawer im beriya ku em vegerin Awistralyayê em ê hinekî din biaxivin.”

Macron: Morrison derew li min kir

Macron di Lûtkeya Lîderên G20 ya ku paytexta Îtalya Romayê hat lidarxistin da pirsên der barê krîza keştiyên binavî yên navbera Parîs û Kanberra da.

Li ser pirsa “Gelo hûn difikirin ku Scott Morrison derew li we kiriye?” Macron got;

“Ez nafikirim, ez dizanim.”

Morrison: Di civîna hezîranê li Koşka Elysee de min mijar zelalî anî ziman

Morrison ku îdiayên ku ew derewan dike red kir û diyar kir ku di xwarina meha Hezîranê ya li Qesra Elysee de ev mijar bi zelalî aniye ziman.

Serokê Amerîka Joe Biden, Serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson û Serokwezîrê Awistralya Scott Marrîson (Skot Marîson) 15’ê Îlonê peymana parastinê mohr kirin.

Li gorî peymanê, Awistralya wê karibe bibe xwediyê 8 keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.

Hersê welatan îdîa kirin ku armanca wan ji peymana binavê “AUKUS” peydakirina aramiyê li herêma Hînd-Pasîfîkê ye.

Back to top button