Artêşa Tirk gundê Dirdara yê Til Temir topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a qirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike, vê carê jî gundekî Til Temirê bû armanc.

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê vê êvarê gundên Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê bi moşek û obusan topbaran dikin.

Dewleta Tirk hema bêje rojane êrişî herêmê dike û di van êrişan wî de tenê sivîl dibin armnca.

Tevî ku Rûsiya li herêmê qaşo garantor e jî lê heta niha ti helwest nîşan nedaye û her dem xwe li bêdengiyê datîne..

 

Back to top button