Li Hesekê baxçeyê xwendinê hat vekirin

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Baxçeyê Xwendinê li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê vekir.

Bi dehan endamên saziyan û endamên sivîl ên bajêr, yekitiya rewşenbîran, siyasetmedar, kesayetên civakê û rewşenbîr tev li çalakiya vekirina Baxçeyê Xwendinê bûn.

Têkildarî vekirina bexçe endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Beşîr axivî û da zanîn ku armanc ji vekirina baxçeyê xwendinê ew e ku bibe cihê hemû rewşenbîran, da fikirê xwe lê belav bikin û teşwîqî xwendinê bibin, di heman demê de çalakiyên çandî, şevbuhêrkên helbestan û panel lê li dar bikevin.

Li aliyekî din hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û spasiya her kesên tev li vekirina baxçeyê xwendinê bûye, kir.

Baxçeyê Xwendinê yê Hesekê ji gelek beşan pêk tê, ji wan odeya semîneran, pirtûkxane û odeya xwendinê.

Back to top button