Çekdarên nenas li Dêra Zorê 2 kes kuştin

Li gundewarê rojavayê Dêrazorê êrişeke çekdarî hate kirin, di encamê de du kes hatin kuştin.

Li bajarokê Hiweyîc Bomese yê gundewarê rojavayê Dêrazorê çekdarên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn gule li du kesan reşandin û ew qetil kirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, kesên hatine kuştin bi navê Faxir El-Coşanî ye ji bajarokê Eyaş ê di bin serweriya hikumeta Şamê de ye û yê din ji bajarê Qamişlo ye, lê nasnameya wî nehate diyarkirin.

Back to top button