Duh sibehê qedexeya derketina derve ya giştî li bajarê Tebqayê dest pê kir.
Bi zêdebûna jimara pêketiyên Coronayê re Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê biryara qedexeya derketina derve ragihand.
Biryar duh ket pratîkê û qedexeya giştî li bajar dest pê kir û heta 10 rojan wê dewam bike.
Heta niha li herêmê 35 hezar û 819 kes bi Coronayê ketine, ji wan hezar û 364 kes mirine û 2 hezar 458 kes jî baş bûne.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hinid El-Elî bi rêya televizyona me bang li şêniyan kir ku li gorî biryarê tev bigerin.
Ji ber zêdebûna jimara pêketî û jimara miriyan li Tebqayê me ev qedexe ragihand.
Ez bang li şêniyan dikim ku li gorî biryarê tev bigerin da ku pêşî li belavbûna vîrûsa Coronayê were girtin.