Ebdulkerîm Siko: Mîna êrîşên berê yên niha jî wê têk biçin

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê ‎Ebdulkerîm Siko dibêje “Hewildanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên nû wê bi ser nekevin, ji ber ku tevahî çete û yên DAIŞ’ê ku berê êrişî herêmê kiribûn, têk çûn.

Ebdulkerîm Siko ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir û diyar kir ku şerê ku ‎dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ragihandiye ne nû ye.

Siko anî ziman dewleta Tirk her dema firsendê bibîne wê êriş bike û wiha got:

“Îro rewş ji rewşa berê gelek cuda ye. Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê gav hene.

Rûsya û Amerîka niha dixwazin ev pirsgirêk bi diyalogên siyasî çareser bibin. ”

‎Ebdulkerîm Siko piştrast kir wê hewildanên Tirkiyê yên dagirkirina Kobanê wê bi ser nekevin, ji ber ku tevahî çeteyên DAIŞ’ê ku êrişî herêmê kiribûn têk çûn.

Back to top button