Şertê Hemdûk ê Serokatiyê: Divê hemû girtiyên siyasî werin berdan

Beriya çend rojan derket holê ku artêşa Sûdanê ya darbekar dixwaze serokwezîr Abdullah Hemdûk careke din li erka xwe vegere. Lê ji bo ev yek pêk were Hemdûk 2 şert danîn pêşiya artêşê. 

Piştî 9 rojan ji darbeya leşkerî ya li Sûdanê, artêş hewl dide nerazîbûnên qada navneteweyî yên li dijî xwe kêm bike.

Weke gava pêşî, serokwezîr Abdullah Hemdûr berda.

Paşê ragihand ku ew amade ne di hukûmeta nû de cih bidin Hemdûk..

Li ser vê hin dezgehên ragihandinê îdîa kirin ku serokwezîr bi şertê pêkanîna 2 daxwazan wê vegere ser erkê xwe.

A yekemîn berdana hemû girtiyên siyasî û ya din jî destûrdayîna vegerê ji bo hukûmeta wî ye.

Li gorî heman çavkaniyan, Abdullah Hemdûk gotiye ev herdû şert wê rê li ber çareseriya aloziyê vekin.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî li ser navê çavkaniyên nêzî Hemdûk ragihand ku heta niha ti lihevkirina di navbera aliyan de çênebûye.

Li gorî nûçeyê, danûstandinên ji bo çareseriyê di navbera fermandarên artêşê û serokwezîrê de dewam dikin.

Back to top button