SANA: Artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî derdora Şamê kir

Artêşa Îsraîlê şevê din li derdora paytexta Sûrî Şamê da. Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî îdîa kir ku deverên bûn armanca êrişan, navendên cebilxane ên milîsên Îranê bûn.

Ajansa fermî ya hikumeta Şamê SANA, ragihand ku Îsraîlê nîvê şevê ji Bakur Filîstînê moşek avêtin derdora Şamê..

Li gorî ajansê moşek li herêma Zakiye ketin û bûn sedema ziyanên madî.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî jî îdîa kir ku cihên ku êriş lê hatiye kirin ambarên çek û cebilxaneyan ên milîsên Îranê bûn.

Çavdêriyê ragihand ku hin nuqteyên artêşa Sûrî jî bûn armanca êrişê.

Roja Şemiyê jî, 5 milîsên alîgirê Îranê li derdora Şamê di êrişa Îsraîlê de hatibûn kuştin.

Back to top button