JAMES JEFFREY: WÊ KOALISYONA ME LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ XORTIR BE

Di axaftina xwe ya bi televizyona SKYNEWS ARABIA re, nûnerê Emerîkî yê Taybet ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey got: xeteriya çeteyên DAIŞ’ê hîna bi dawî nebûye.

Jeffrey teqez kir ku ji bo vê jî, hêzên koalisyonê li bakur û rojhilatê Sûriyê ji berê xortir e.

Der barê çareseriya aloziya Sûrî jî, nûnerê Emerîkî diyar kir ku ew piştgiriyê didin biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254.

Li ser rewşa li bakur û rojhilatê Sûriyê jî, Jeffrey ev tişt anî ziman:

“Wê koalisyona me li bakur û rojhilatê Sûriyê ji berê xortir be, erka hêzên Emerîkî li herêmên têkbirina DAIŞ’ê ye.”

James Jeffrey teqez kir ku der barê têkbirina DAIŞ’ê li Sûriyê, danûstandinên siyasî û leşkerî bi endamên koalisyona navdewletî re tê kirin.

Her wiha Nûnerê Emerîkî yê Taybet ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey wê îro serdana tirkiyê bike.

JAMES JEFFREY:
DEWLETÊN ASTANA NIKARIN TU SERKEFTINAN PÊK BÎNIN

Der barê civîna Astanayê jî James Jeffrey wiha got:

“Koma ku civînên Astanayê bi rê ve dibin, nikarin serkeftinên berbiçav der barê avakirina komîteya destûrî çêbikin.”

Leave a Reply

Back to top button