TEV-DEM: Divê OPCW komîteyek lîkolîne bişîne herêmên parastina medya

TEV- DEM’ê bi daxuyaniyekê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir ku komîteyekê bişîne herêmên Medyayê û derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolînê bike. 

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ji bo nirxandina xebatên xwe îro civîna xwe li Lahayê li dar dixe.

Bi rasthatina vê rojê TEV-DEM daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de bi bîrxist ku dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çekên kîmyewî bi kar anî û niha jî li Başûrê Kurdistan li dijî gerîla bi kar tîne.

TEV-DEM’ê diyar kir ku tevî ku belge hene, hemû sazî û rêxistinên herêmê bang li Rêxistinê kir ku bi erka xwe rabe, lê heta niha jî ti gav neavîtiye.

Dawiya daxuyaniya xwe; TEV-DEM`ê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kir ku komîteyeke şopandinê ava bike û bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê da bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, lêkolîn bike.

Back to top button