Îran: DYA di hewildanên desteserkirina keştiyê de serneket

Aloziya navbera Waşîngton û Tahranê vê carê xwe li nava deryayê da der.
Tahranê ragihand ku hewildanên DYA yên destdanîna li ser keştiyeke petrolê ya li Derya Umanê bibin ketiye.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, DYA’yê li Deryaya Umanê dest danî ser tankereke petrola Îranê têde hebû.

Piştî ku petrol valeyî tankereke din de bar kir, ew ber bi cihekî nediyar ve bir.

Artêşa Parêzvanên Şoreşê li hemberî keştiya ku DYA destserkirî oparasyonek daxistinê ya bi helîkopteran pêk anî.

Endamên Parêzvanên Şoreşê ku keştî kontrolkirin ew ber bi sînorên deryayî yên îranê ve anîn.

Di nûçeyê de her wiha hatiye gotin, hêzên deryayî yên Amerîkayê hewl dane bi çend helîkopter û keştiyên şer destwerdanê bikin.

Lê di van hewildanên xwe de biser neketine.

Hat ragihandin ku tankera navborî niha li nava sînorên Îranê ye û wê dîmenên bûyerê di demeke kin de werin parvekirin.

Back to top button