Girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ne, biryar dan ku çalakiya xwe asteke din mezintir bikin. 15 girtiyên ku di 1’ê Adarê de dest bi greva biçîbûnê kiribûn, îro dest bi rojiya mirinê kirin.
Ji 7 hezar girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan bi rojane di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, 15 girtiyan duh bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê dest bi “Rojiya mirinê” bikin.
15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê îro çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger veguherandin çalakiy rojiya mirinê.
Navê 15 girtiyên ku dest bi rojiya mirinê kirin wiha ne:
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê;
Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek
Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê;
Ardil Çeşme, Asli Dogan
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê;
Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk
Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê;
Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.