Ajansa Enerjiya Atom a Navnetewî: Em di şopandina xebatên Îran yên nukleerî de zehmetiyan dibînin

Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Mariano Grossi ragihand ku ew di şopandina xebatên nukleerî yên Îran û piştrastkirina wê de zehmetiyan dibînin.
Grossi got,
Pêwiste ev rewş bê çareserkirin.

Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Mariano Grossi di Konferansa 26. a Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) a li Glasgow a Skoçyayê de, ji ajansa Ajansa Associated Press (AP) axivî.

Rafael Mariano Grossi xebatên wan yên li ser piştrastkirin û çavdêrîkirina bernameya nukleerî ya Îranê şiband “firîna di nava ewreke tarî de.”

Bi vê yekê re jî xwest zehmetiyên endamên wan yên li herêmê bîne ziman.

Grossî diyar kir ku ev rewş nikare dewam bike û ev tişt anî ziman:

Em hêvî dike ku di demeke nêzîk de li Tehranê bi rayedarên payebilind ên Îranê re bicivin û piştrast bike ku ew dikare bi tevahî xebatên xwe yên rastkirin û çavdêriyê bidomîne.

Rafael Mariano Grossi 13 Îlonê li Tehranê di hevdîtina xwe ya bi Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Mihemed Îslamî re li ser wê yekê lihev kiribûn ku alavên pêwîst ji bo rastkirin û şopandina çalakiyên nukleerî yên vî welatî ji aliyê çavdêrên saziyê ve werin girtin.

Divê qertên amûrên tomarkirinê yên wekî kamerayan bên nûkirin.

Ragihandin ku dê di demek nêz de guhertinên lênêrînê û alavan bên kirin.

Ji meha Sibatê ve, bi îdiaya kamereyên li navendên nukleerî yên Îranê xerabe ne, Ajansa Enerjiya Atomê ya Navnetewî nikare xwe bigihêne dîmenan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî Serokê berê yê DYA Donald Trump bi awayekî yekalî xwe ji peymana nukleerî vekişand, rejîma Îranê jî dest bi hilberandina dewlemendkirina Uranyumê kir.

Bi hatina rêveberiya Joe Biden re, Waşîngton dixwaze nakokiyên peymanê çareser bike.

Tevî civînên li Viyana jî lê heta niha ti encamek berbiçav nehatiye bidestxistin.

Back to top button