Helîna qeşaya li Gronlandê ji bo cîhanê tevahî bû sedema metirsiya lehiyê

Germbûna cîhanê qeşaya heyî dihelîne.
Bi helîna qeşayê re ava deryayê jî zêde dibe.
Ev zêdebûn jiyana welatiyên li ber peravên deryayê dixe metirsiyê.
Li gorî lêkolîneke nû, ji qeşa Gronlandê di nava deh salan de zêdeyî 3.5 ton heliya ye.
Ev rewş rîska lehiyê ya li tevahiya cîhanê zêde dike.

Tîmek ji zanyarên li Zanîngeha Leedsê bala xwe dan ser daneyên peykê û tespît kirin ku helîna tebeqeyên qeşayê yên mezin li tevahiya cîhanê asta deryayê bi santîmetreyekê bilind kiriye.

Yek ji sê parên vê helandinê ku ji ber şert û mercên germbûna hewayê rû da, tenê di havîna 2012 û 2019’an de pêk hat.

Dîmenên peykê yên nû nîşan dan ku helandina qeşayê ya ji ber demsalê bi giranî guherî ye û ev guherîn jî herî zêde ji ber pêlên germê yên li derdora Gronlandê ye.

Li gorî zanyaran, helandina tebeqeya qeşa ya li Gronlandê bûye sedema zêdebûna ji sedî 25’ê ava deryayê ya çend deh salên dawî.

Eger temamiya qeşa li Gronlandê bihele wê li tevahiya cîhanê derya bi qasî 20 fît (zêdeyî 60 metreyî) bilindtir bibe.

Lê belê nayê texmînkirin ku ev yek di demeke nêz de pêk were.

Tebeqeya qeşayê ya Gronlandê, piştî Antarktîkayê duyemîn çavkaniya herî mezin a ava vexwarinê ye ku bi qasî 1.8 milyon kîlometreçargoşe fireh e.

Helandina vê tebeqeya qeşayê di 1990’î de dest pê kir û piştî sala 2000’î zêde bû.

Li gorî lêkolîneran, helîna qeşa salên dawî li gorî dema beriya salên 2000’î bi çar qatî zêdetir bûye.

Back to top button