Mîthat Sancar: Desthilata AKP’ê ji ber ku têk diçe êrişî HDP û derdorê dike

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê axivî û rojeva heyî nirxand.
Mîthat Sancar di axaftinên xwe de bal kişand ser zext û zordariya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî HDP’ê.
Sancar li dijî polîtîkayên şer yên desthilata AKP’ê banga xurtkirina Tifaqa li dijî şer û Tevgera Aştîyê kir.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê îro li meclisê civîna koma partiyê lidarxist.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civînê de axivî û rojeva heyî nirxand.

Sancar di destpêka axaftina xwe de Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û got,

“Beriya du rojan, me rojeke girîng li pey xwe hişt ku ji bo bîranîna têkçûna tarîtiyê ya li Kobanê rojeke dîrokî ye.

Serketina gelê Kobanê ya sala 2014’an ji bo bindestên cîhanê bi taybetî jî ji bo gelê Kurd nîşaneya serbilindiyê û rûmetê ye.”

Mîthat Sancar di dewama axaftinê xwe de zext û zordariya rejîma AKP-MHP’ê ya li dijî partiyan wan nirxand û wiha dewam kir:

“Desthilatdarî dike nake nikare serî li HDP’ê bide tewandin.

Dozan vedikin, êrişan dikin, lê nikare. Bi her awayî qedexeyan radike, zext û zordariyê dike.

Çi bikin jî wê nikaribin pêşî li meşa edalet, aştî û demokrasiyê ya HDP’ê bigirin.”

Sancar daxuyand ku ji ber desthilatdariya rejîma AKP-MHP’ê ji hev dikeve ewqas êrişê partiya wan û derdor dikin.

Mîthat Sancar diyar ku her ku ew êriş dikin partiya wan HDP bi hêztir dibe û bal kişand ser rol û mîsyona HDP’ê ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyê.

Sancar got, “Siyaseteke bêyî HDP’ê, parlamentek bêyî HDP’ê, demokrasiyek bêyî HDP’ê, paşerojek bêyî HDP’ê û veguherîneke demokratîk a bêyî HDP’ê nepêkane.”

Her wiha Sancar di dawî de rewşa aborîya Tirkiyê ku her diçe xiraptir dibe jî nirxand.

Sancar anî ziman ku di navbera şer û xizaniyê de têkiliyeke xurt heye û gefên rejîma AKP-MHP’ê yên ji bo dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist.

Sancar diyar kir ku beşeke girîng a budçeya Tirkiyeyê ji polîtîkaya şer re tê veqetandin.

Sancar destnîşan kir ku riya yekane ya bi dawî kirina polîtîkayên şer û talana aboriyê yên Hikûmetê xurtkirina Tifaqa li dijî şer ango Tevgera Aştîyê ye.

Back to top button