Çalakiya li deriyê Sêmalka mehek li pey xwe hişt

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di mehek li pey xwe hişt.
Piştgiriya ji bo çalakiyê jî roj bi roj mezin dibe.
Îro jî şêniyên Tirbespiyê û Yekîtiya Kedkaran serdana konê çalakiyê kir

Ji bo girtina Cenazeyên zarokên xwe yên Şehîd 30 roj in dayik û malbatên şehîdan li ber deriyê Sêmalka konê çalakiyê danîne..

Îro hêjmarek ji şêniyên Tirbesipiyê û yekîtiya kedkaran a herêma Cizîrê serdana konê çalakiyê kirin..

Şêniyan û Yekîtiya Kedkaran jî dengê xwe tev li dengê malbatên şehîdan kirin û bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên Şehîdan radestî malbatên wan bikin…

30 roj in ku bang li PDK’ê tê kirin da ku cenazeyên gerîlayên ku li Xelîfanê şehîdxistibûn radestî malbatên wan bike, lê heta niha PDK’ê xwe bêdeng kiriye..

Back to top button