Kurd û dostên xwe li Holandayê li pêşiya OPCW çalakî kirin

Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê û vir ve li Herêmên Parstinê yên Medyayê gazên kîmyewî û çekên qedexekirî li dijî gerîla bi kar tîne.
Heta niha bi dehan gerîla ji ber van çek û xazên jehrî û qedexekirî şehîd bûne.

Li dijî vê yekê îro Kurd û dostên xwe bajarê Den Haagê yê Holandayê li pêşiya avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî çalakî kirin.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî di çalakiyê de xwest ku heyetek biçe başûrê Kurdisanê û lêkolînê bike.

Kurd û dostên xwe li dijî bi karanîna dewleta Tirk çekên kîmywî li herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek protestoyê li dar xistin.

Bi sedan kes li pêşiya Dîwana Edaletê ya Lahey kom bûn û heta pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW meşiyan.

Kurd dixwazin OPCW xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve û heyetekê bişîne başûrê Kurdistanê.

Çalakvanan xwestin ku civaka navneteweyî li dijî dewleta Tirk ku çekên kîmyewî bikartîne têkeve nav hewldanan.

Back to top button