ÇETEYÊN ERDOGAN GIRÊ CINDIRÊSÊ Û KELA HORÎ YA NAVÇEYA ŞERA DIRÛXÎNIN

Adara 2018’an balafirên dagirkeriya Tirk hemû deverên dîrokî li Efrînê bombe kirin. Weke tê zanîn jî, gelek cihên dîrokî li Efrînê hene û ji aliyê rêxistinên navnetewî ve tên naskirin, weke Girê ‘Êndarê, Kela Horî, Girê Cindirêsê û şûnwarên Beradê yê ketiye lîsteya kelepora cîhanî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî.
Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku bi armanca lêgerîna şûnwar û xezîneyan, komên çete yên dewleta Tirk li nava zeviyan û li ser giran kolanê dikin.

Li gorî çavkaniyên hundirîn, komên çete bi fermana dewleta Tirk, dest bi kolandina cihên derdora Girê Cindirêsê û Kela Horî ya li navçeya Şera dikeve, kirin.

Armanc ji vê yekê jî, dizîna şûnwar û xezîneyan ji aliyekî ve, ji aliyê din ve jî, tunekirina dîroka herêmê bi awayekî sîstematîk û li ber çavên raya giştî.

Çavkaniyên ji her du navçeyên Cindirêsê û Şera diyar kirin ku di kolanê de, çete hemû alavên pêşketî yên ji Tirkiyê hatine şandin, bi kar tînin.

Leave a Reply

Back to top button