Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir ku sînorên sebrê hene. Lavrov got, mabûna terorîstan di Idlib û herêmên din de nayê pejirandin.
Sergey Lavrov di kongreya çapemeniyê de got ku ew hewl didin pirsgirêka çeteyên Cebhet El-Nusra çareser bikin û ev tişt anî ziman;
“Rewşa heyî li Idlibê nayê qebûlkirin û divê Idlib ji hebûna terorîstan were paqijkirin.”
Der barê avakirina dîwarê dagirkeriyê li Efîrnê, Lavrov xwe ji nedîtî ve anî û got,
Wî bi tu dîwaran nebihîstiye.
Lavrov careke din balkişan li ser peymana Adanayê û got;
“Rêbazên Enqerê li bakurê Sûriyê demkî ne û divê hevpeymana Adanayê navbera Enqere û Şamê de were pêkanîn.”