MÎT’a Tirk 2 kes ji navçeya Mabatayê ya Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk revandina şêniyan li Efrîna dagirkirî kiriye karekî rojane û li hember berdana wan daxwaza pereyên zêde dike.. Herî dawî MÎT’a Tirk 2 kesên temenmezin ji navçeya Mabatayê revandin.

Ajansa nûçeyan a Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand “MÎT’a Tirk ji gundê Kemrûk yê navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî 2 kesên temenmezin revandin û ew birin girtîgeheke li Efrînê.”

Kesên ku hetine revandin Bohîr Mistefa Ibrahîm yê 55 salî û Ebdilqadir Mistefa Mihemed yê 56 salî ne.

Li gorî NAHA’yê çeteyan li beramberî serbestberdana kesên navborî pere ji malbatên wan xwestine.

2’ê vê mehê jî çeteyan ji gundê Mamila yê navçeya Racoyê 9 sivîl revandin.

Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk, ji bo ku tevgera şêniyên herêmê bişopînin alavên guhdarkirin û kişandina dîmenan di nava darên zeytûnên de bicih kirine.

Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Mabata ya Efrînê kesekî din revand

Back to top button