ŞANEYÊN RAZAYÎ YÊN DAIŞ’Ê XETERIYEKE MEZIN LI SER TEVAHIYA CÎHANÊ NE

Şaneyên razayî yên DAIŞ’ê êdî dest bi teqînan kirine..Istixbaratên Birîtanî hişyariya dubarekirina bûyerên Serî lankayê li Ewropayê didin.

Istixbaratên Birîtanî, agahiyên têkildarî planameya DAIŞ’ê ya pêkanîna êrîşan li Birîtaniya û Ewropayê bi dest xistin..

Li gorî dezgehên ragihandinê, Isitixbaratên Birîtanî van planên DAIŞ’ê lêkolîn dike..

Ev lêpirsîna Birîtanî di wextekê de tê ku, serçetyê koma êrîş li Serîlankayê pêk aniye hatiye naskirin..

Ev êrîş jî li gorî perspketîvên çeteyên Birîtanî li Sûrî ji wan çeteyên bi navê John pêk hatiye ..

Li gorî heman dezgehan, istixbaratên Birîtnanî texmîn dikin ku, çeteyên xwekuj Ebduletîf Cemîl Mihemed, li ser destê çeteyên birîtanî hatiye perwerdekirin û ji bo pêkanîna teqînan ji Sri Lankayê re hatiye şandin..

Li gorî Rojnameya Senday Times, polîsên Birîtanî ji kesên ku di mezgefatan de dixebitin gotine, pêwîst e li dijî karên terorê werin perwerdekirin..

Halê hazir û piştî têkbirina DAIŞ’ê, hemû welatên cîhanê di wê tirsê de ne ku, DAIŞ êrîşan pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button