Li Awistralya zaroka 4 salî piştî 18 rojan hate dîtin

Bi rojan bû yek ji bûyerên herî zêde li Awistralya cihê xwe di rojevê de girîtî zaroka 4 salî Cleo Smith bû.
Cleo ku li herêmeke dûr a li Awistralyayê berî 18 rojan winda bû, li maleke kilîtkirî hate dîtin û rewşa wê başe.

Cleo Smith li nêzî bajarokê Carnarvonê ji konê ku malbata wê li cihê kampê veda di 16’ê Cotmehê de winda bûbû.

Piştî ku zarok winda bû nêzî 100 polîsî ji hewa, derya û bejahî ve dest bi karekî berfireh ê lêgerînê kirin.

Polîs şev saet di 01:00 de bi zorê kete hundirê maleke girtî ya li Carnarvonê ku zarok beriya 18 rojan lê hatibû dîtin.

Têkildarî bûyerê mêrekî 36 salî hate binçavkirin û ji aliyê dedektîfan ve hate lêpirsînkirin.

Komîserê Polîsan ê Rojavayê Awistralyayê Chris Dawson diyar kir ku kesê hatiye binçavkirin 36 salî ye û ti pêwendiya xwe bi malbatê re nîne.

Dîtina Cleo ya windabûyî li tevahiya Awistralyayê bû sedema rûdana piştevaniyeke xurt.

Back to top button