MALBATÊN ALMANÎ NEVIYÊN XWE YÊN DAIŞ’Î DIXWAZIN

Li Almanya nêzî 30 kes ji malbatên DAIŞ’iyên Almanî li pêşiya wezareta Karên Derve li Berlînê xwepêşandanek li dar xist, Xwepêşandan bi armanca vegerandina jin û zarokên DAIŞ’î yên Alman pêk hat.

Xwepêşandêran ji hikûmeta Alman xwestin ku têkiliyan bi Hêzên Sûriya Demokraîk (QSD) re deynin.

Li gorî wezareta Karên Hundirîn a Almanî beriya demekê xuya kiribû, nêzî 59 zarokên DAIŞ’î di kampan de ne.

Di vê der barê de, wezîrê Karên Hundirîn Horst Seehofer got:

Divê ew zarok di bin çavdêriyeke taybet de bin.

Tevî ku ew asta xeteriya çeteyên xwe nas dikin jî, lê heya niha hikûmeta Alman weke hikûmetên din, di vegerandina welatiyên xwe de xemsar in.

Tê zanîn hejmara çeteyên DAIŞ’î yên Alman li Sûriyê 66 e.

Leave a Reply

Back to top button