Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ji ber çalakiyên li Keşan û Dayîlanê yên li Heftenînê hêzên gerîla pîroz kir.
Fermandariya NPG’ê di daxuyaniya ku dayî de wiha got,:
“Ji bo Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, ku di sala 2021’ê de eyaletên we jî tevlî bûn, hêzên me di asteke diyarkirî de tevkarî lê kir. Hûn jî tevlî berxwedana mezin a li Avaşîn, Zap û Metînayê bûn.
Em bi taybetî çalakiyên we yên Keşan û Dayîlanê pîroz dikin ku di 30’ê Cotmehê de hatin lidarxistin û beranberî ruhê berxwedana mezin ê li Werxelê, Girê Sor, Mamreşo û Zendûrayê ye.
Ev çalakiyên ku tê wateya îfadeya sekna ruhê fedayî yê Apocî yê li Werxelê û Tepê Sor, bûne gaveke gelekî girîng.
Her çend li Heftanînê di dema vekişîna ji çalakiyê de ji ber hin pirsgirêkan şehîd hatibe dayin jî, bi ruhekî bilind ê êrişê li dijmin hate xistin.
Ev yek ji aliyê temsîlkirina ruhê êrişê ve operasyoneke şoreşgerî ya cihê şanaziyê ye.”