Di civîna avhewa ya NY de koalîsyona ji 190 welat û rêxistinan hate ragihandin

Li bajarê Glasgow wê Skoçyayê ji 31’ê Cotmehê ve civîna guherîna avhewa ya NY tê lidarxistin.
Di civînê de, bêtirî 100 lîderên cîhanê, serokên rêxistin û saxiyên navnetewî jî amade bûn.
Herî dawî koalîsyona ‘ji komirê derkeve’ ji aliyê 190 welat û rêxistinan di lûtkeya avhewayê ya NY de hat avakirin.
Vê carê 40 welatên mîna Polonya, Ukrayna, Misir û Vîetnam ku beşeke sereke ya enerjiya xwe li ser komirêne soza destjêberdana komirê dan.
Sazî û rêxistinên navnetewî jî ev yek weke gaveke erênî nirxandin.

Hikumeta Brîtanyê di Konferansa 26. a Partiyên Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) ku îsal serokatiya wê dikir de, daxuyaniya “Veguherîna ji komirê ber bi enerjiya paqij” weşandin.

Li gorî daxuyaniyê, 190 welat, sazî û dezgehên darayî, ji bo kêmkirina komirê gav bi gav, koalîsyoneke cîhanî ava kirine.

Lîsteya welat û rêxistinên navborî nehat parvekirin.

Hijdeh welat, di nav wan de welatê herî mezin ê komirê yê Ewropayê Polonya, Ukrayna, Şîlî, Fas û Viyetnam jî di nav de, cara yekê soz dane ku komirê ji pergalên xwe yên elektrîkê di navbera 2030 û 2040 de derxînin.

Di çarçoveya Peymana Parîsê de ji bo sînordarkirina germahiya gerdûnî di bin 1,5 pileyî de were sînordarkirin, pêdivî ye ku veguheztina enerjiya paqij 4 heta 6 carî ji rewşa heyî bileztir pêk were.

Wezîrê Karûbar, Enerjî û Stratejiya Pîşesaziyê yê Brîtanyayê Kwasi Kwarteng ragihand ku di hilberîna enerjiyê ya pêşerojê de cihê komirê nîne û got,

“Ji bo li dijî guherîna avhweayê têbikoşîn, ev pêşketin ji bo hewldanên me yên cîhanî xalek veguherînê ye.

Ev gotin nîşan didin ku dawiya komirê li ber çavan e.

Cîhan ber bi rêya rast ve diçe.”

Rêvebirê Gerdûnî yê saziya ramanê Ember ku bingeh li Londonê ye Dave Jones, di daxuyaniyekê de got ku ev soz wê alîkariya misogerkirina derketina komirê li hemû parzemînan bikin.

Back to top button