Rêxistina Sara dest bi çalakiyên 25 Mijdarê kir

Li Bakur û Rojhilatê Suriyê rêxistinên jinan, dest bi rêzeçalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê kirin. Çalakiyên îsal wê bi diruşma ”Dengê min bi dengé te re na ji kuştina jinan re” bên lidarxistin.

Rêxistina Sara ya Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de civînek berfireh li dar xist.

Di civînê de nûnerên tevahî saziyên jin ên herêmê amade bûn.

Civîn li ser du xalan hat birêvebirin.

Xala yekem li çawaniya çalakiyên 25 mijdarê û ya din jî nîqaşkirina 42 qanûnên derbarê jinan de.

Encamên civînê û biryarên derbarê qanûnan de, wê bi riya civînan li kampên koçberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî û nava gel de bê şîrovekirin.

Back to top button