8’ê Mijdarê Keştiya Azadiya Rêber Apo ji peravên atînayê bi rê dikeve

8’ê Mijdarê, bi armanca azadkirina Rêber Apo, ji peravên Yûnanistanê “Keştiya Azadiya Ocalan” wê ber bi Îtalyayê ve bi rêkeve.
Di vê keştiyê de, tevî kurdan, gelek derdorên enternasyonalîst jî cih digirin.
Ev keştî wê di nava 5 rojan de yanî 12’ê Mijdarê bigihêje.
Bi vî rengî, êdî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi pêvajoyeke nû ya çalakiyan tê kirin.

Bi slogana “Dema wê hatiye, Ji Ocalan re Azadî li Kurdistanê Aştî” kampanyayeke navnetewî dest pê dike.

Kapmanya ji aliyê Înîsyatîfa Azadiya Ocalan ve tê birêvebirin.

Bi vê armancê wê 8’ê Mijdarê “Keştiya Azadiya Ocalan” ji Yûnanistanê birêvekeve û 12 Mijdarê bighêje Îtalyayê.

Ji Almanya, Fransa, Siwîsre, Brezilya, Spanya, Siwêd, Îtalya, Yunanîstan û Îngilîstanê,

50 rojnamevan, akdemîsyen, siyasetvan, nivîskar, hunermend, nûnerên tevgera jinan û aştîxwaz wê beşdar bibin.

Têkilarî çalakiyê, Însyatîfa “Ji Ocalan re Azadî” bi daxuyaniyekê bal kişand ser van xalan:

Hêzên ku îro dixwazin Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin, Abdullah Ocakan weke astengî li pêşiya xwe dibînin.
Ji ber vê xwestin hem Ocalan û hem jî tevgera azadiya Kurd ji holê rakin.
Li dijî vê siyasetê, Ocalan ji bo peydakirina çareseriyê berê xwe da Ewrûpayê.
Lê beşek welatên li vê parzemînê, hiqûqa xwe binpêkirin û bûn aliyekî komploya navneteweyî.
Ev hêzên ku bûn sedem Ocalan dîl were girtin, di pergala êşkenceya Îmraliyê de jî berpirsiyar in.
Lewa gelek derdorên cîhanî gihiştin wê encamê ku ji bo çareseriya aloziyên li herêmê, şert e Ocalan bi awayekî azad li derve be.
Bi vê armancê jî li gelek parzemînan kampanya hatin destpêkirin.
Bi rasthatin 12’ê Mijdarê roja ku Ocalan beriya 23 salan gihişt Îtalyayê, wê çalakiyeke bi bandor pêk were.
“Gemiya Azadiya Ocalan” ku wê ji Yûnanistanê birêkeve, wê rojê “12’ê Mijdarê” wê li peravên bajarê Napolî ji aliyê hezaran kesî ve were pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya Înîsyatîfê, bernameya çalakiyê ya 5 rojan wiha ye:

8’ê Mijdarê li Yûnanistanê wê çalakger bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan bikin.
Heman rojê danê êvarê li Atînayê, têkildarî Komploya li ser Abdullah Ocalan panêlek were lidarxistin.
9’ê Mijdarê wê ji Yûnanistanê ber bi Italyayê ve biçe û 12’ê Mijdarê bi mîtîngekê were pêşwazîkirin.

Back to top button