KCK’ê: Dewleta Tirk li pêş NATO û PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê bang li saziyên navnetewyî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve, bikeve tevgerê.
KCK’ê ji bo lêkolînkirinê jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û Bijîşkên Sînornenas vexwendin qadên ku ev çekê lê hatine bikaranîn.

Dewleta Tirk a dagirker ku ev nêzî 50 sale nikare li hember têkoşîna gerîlayên azadiyê encam bigre dixwaze bi Tecrîd û bikaranîna çekên kîmyewî ve encma bigre.

Li hember van kiryarên dewleta Tirk yên derqanî nû jî sazîyên ku behsa mafê mirovan û jiyanê dikin bêdengin.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tikriyê ve daxuyaniyek da..

KCK’ê di daxuyaniya xwe de destpêkê bal kişand li ser tecrîda li îmraliyê û ev got:

“Li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê me bi salan e me agahî negirtine û ev yek me dilgiran dike.

Di vê mijarê de ti saziyên berpirsyar bi erkên xwe ranebûn.

Pêwîst e yekser derfet bên dayîn û sazên pêwendîdar jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê li ser bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re jî wiha got:

“Dewleta Tirk a qirker beriya niha li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê kurd çekên kîmyewî bi kar anîn.

Niha jî li herêmên parastina Medyayê ku li hember berxwedana gerîla encam negirtin, çekên kîmyewî û gazên bi jehrî bi kar tîne.

Ya balkêş ew e berê dewelta Tirk ev sûc bi awayekî veşartî dikir, lê niha li ber çavê hêzên NATO û PDK’ê vê yekî dike.

KCK’ê wiha behsa bandora çekên kîmyewî ku li hember gerîla tên bikaranîn kir û wiha domand:

“Ev çek mirovan difetisînin, dişewitînin, bandorê li siniran dikin û li cihên ku tên bikaranîn zindî û hawirdorê tev tune dikin.

Ne tenê gerîla, sivîlên herêmê jî bandor bûne, ev çekên kîmyewî ji bo jiyana sivîlên herêmê metirsiyeke mezin e.”

KCK’ê: Divê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî dest bi lêkolînê bikin

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê destnîşan kir ku ev sûc bi belgeyan jî hatine eşkerekirin û wiha bi dwî kir:

Tevî ku belgeyên şênber jî hene, saziyên mîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û Bijîşkên Sînornenas, NY, CPT û rêxistinên mafên mirovan bêdeng in.

Em li saziyên naborî dikin ku bi erka xwe rabin, werin herêmê û li cihê bûyerê lêkolînê bikin.

Back to top button